Li Farqînê 3 jê zarok 9 kes hatin binçavkirin

Li Farqînê 3 jê zarok 9 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Farqînê ya Amedê 3 jê zarok 9 kes hatin binçavkirin.

Di 28'ê kanûnê de bi îdîaya li taxa Fedîdûn ya navçeya Farqînê ya Amedê molotof avêtine malên dozgeran, polîsan di ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de 3 jê zarok 9 kes hatin binçavkirin.

Welatiyên bi navê Suleyman Guleç li midûriyeta polîsan hat berdan. Zarokê 17 salî C.O. jî li dozgeriya komarê serbest hat berdan. Welatiyên bi navê Arîf Aksoy, Ertal Ayhan, Ş.T. (16), Î.Y. (17), Mehmet Arşimet, Omer Binen, Omer Mujde jî piştî îfade dan dozgeriyê, ji aliyê dozger ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.