Li Erzîromê faşîst wesayîtên HDP'yiyan dişewitînin
Faşîstên bi desteka polîsên Tirk êrîşî beşdarên mîtînga HDP'ê kirin, vê carê jî dest bi şewitandina wesayîtên HDP'yiyan kirin.
Faşîstên bi desteka polîsên Tirk êrîşî beşdarên mîtînga HDP'ê kirin, vê carê jî dest bi şewitandina wesayîtên HDP'yiyan kirin.
Li Erzîromê, êrîşa faşîstan a li hemberî HDP'yiyên beşdarî mîtînga li Meydana Stasyonê bûn, ku danê sibehê destpê kir hînê dewam dike.
Koma faşîstan a ji 3-4 hezar kesî ku dor li meydanê girtin, bi ti awayî li mudaxleya polîsan rast nayên. Polîs bombeyên gavê diavêjin cihê vala. Êrîşkar jî bi hêsanî dest bi şewitandina beşdarên mîtîngê kirin.
Ji ber êrîşa faşîstan mînîbusek bi temamî şewitî. Êrîşkar hewl didin du wesayîtên din jî bişewitînin.