Li Erzirom û Erzînganê rêya 400 gundan girtiye

Li Erzirom û Erzînganê rêya 400 gundan girtiye

Li Bakûrê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde bandoriyek nerênî li ser jiyanê dike. Li Erzirom û Erzîngan rêya 400 gunda hêjan girtiye.

Bitaybet ev hefteyeke ji ber barîna berfê û pûkê rêya bi hezaran gund û mezrayan hatiye girtin. Weke din jî ceyrana ku li bajarên Kurdan car carna qut dibe, jiyanê nerênî bandor dike û dibe sedema bertekan.

Li Erziromê şeva din dîsan berf û pûkê destpêkir, rêya 346 gund û 37 mezrayên girêdayî bajar û navçeyan hate girtin. Li gorî Navenda Krîzê ya Bajar gundên rêyên wan girtî wiha ne: Navendê 3, Aşkaleh 6, Ezîziye 44, Çad 13, Xinûs 25, Xoresan 40, Îspîr 52, Karaçoban 1, Gogsî 61, Koprukoy 10, Îd 3, Oltî 5, Hesenkeleh 56, Pazaryolu 5, Olîlî 4, Tatos 10 û Tortûm 8.

Barîna berfê li navçeyên Erzînganê jî bibandor bû. Hate ragihandin ku, li navenda Erzînganê 4, navçeya Kemahê 6, Egîn 15, Gêrcanis 15, Tercan 2, Uzumlu 2, Îlîç 10 û bigiştî rêya 54 gundan hate girtin.