Li Erzînganê di bin trena bar de teqînê rû da

Li Erzînganê di bin trena bar de teqînê rû da

Li Erzînganê di dema derbazbûna trena bar de teqînekê rû da û gelek vagonan zirar dîtin, her wiha windahiyên can çênebûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin bûyer duh şev di demjimêrên 22.00’an de rû da. Trena ku sefera Dîvrîxî-Erzînganê dikir û hate îdîakirin ku malzemeyên leşkerî dihilgirtin li herêma Pelîtsiti li ser rêya 20’mîn kîlometreya Erzîngan-Kemahê, di dema derbazbûnê de bi komandoya dûr ve hatî duristkirin teqandin. Di teqînê de windahiya can çênebû, di gelek vagonan de zirarek mezin rû da.

Piştî bûyerê rêya hesinî ya navbera Erzîngan-Sêwasê hate girtin, li herêmê operasyona leşkerî hate destpê kirin.

Di van 3 mehên dawiyê de êrîşên gêrîlayên HPG’ê yên li dijî trenên bar yên malzemeyên leşkerî lê barkirî, zêdebûne. Serê meha Îlonê li heman herêmê di teqînên li dijî trenên bar yên malzemeyên leşkerî têde ne, vagonek bigiştî îmha bû, 15 vagon jî qulipîbûn. Çalakiyê artêşa YJA STAR’ê girtîbû ser xwe.