Li eniya başûr şer giran e

Operasyona Mûsilê di roja sêyemîn de ye. Şer li gundên Kanî Heramî û Kanî Ebbas ên bajarokê Hemdaniye yê li başûrrojavayê Mûsilê giran bûye.

Duh li heman eniyê, di navbera yekîneyên artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî bû û gundê Kanî Ebbas ê ketibû destê artêşa Iraqê, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve careke din hatibû girtin.

Artêşa Iraqê danê sibehê êrîş bir ser gundê Kanî Heramî yê li heman eniyê ye û balafirên koalîsyonê jî ji hewayê ve piştgirî dan wan. Piştî ku ev gund ji destê çeteyan hat derxistin, artêşê careke din berê xwe da gundê Kanî Ebbas.

Li aliyê din, tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîlên li navenda bajarê Mûsilê ne, ji bajêr derkevin.