Li navçeya Elkê ya Şirneşê yekîneyên polisan di demjimêrên serê sibehê de di ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan deriyê malan şikandin û vegeriyan.
Piştî gêrîlayên HPG'ê li Navçeya Elkê çalakî pêk anîn, serdegirtinên malan didomin. Li navçeya Elkê ya Şirnexê yekîneyên polîsan yên girêdayî Midûreyat Polîsan ya Elkê serê sibehê di ser 4 malan de girt. Polîsên TEM'ê di serdegirtina malan de bi îdîaya "Li malên we gêrîlayên HPG'ê hene, li hundir lêgerîn pêk anîn. Polîsên TEM'ê ku bi zorê di ser malan de girt, piştî lêgerînê tiştek nedîtin û ji malan derketin. Welatiyên ku rastî terora polîsan hatin diyar kirin ku, polîsan cam û deriyê wan şikandine û hemû alavên wan li nava hev xistine.