Li navçeya Elkê ya Şirnexê di dema operasyon a ji aliyê artêşa Tirk ve hate lidarxistin, teqînek pêk hat û di encamê de herî kêm çawişek pispor mir
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di dema operasyona artêşa Tirk li Çiyayê Katoyê yê li navçeya Elkê ya Şirnexê daye destpêkirin de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm çawişek pispor mir.