Cenazeyên 7 gerîlayên HPG’ê yên di encama pevçûnên li Kato Marînosê jiyana xwe ji dest dan, dê bînin navçeya Elkê ya Şirnexê. Li navçeyê 3 roj şîn hat îlankirin.
Piştî ku HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên HPG’ê yên di pevçûna li Kato Marînosê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir, dê cenazeyê her heft gerîlayan bînin navçeya Elkê. Li navçeyê sê roj şîn hate îlankirin û derabeyên dikanan hatin girtin. Bi hezaran kes ji bo piştgirî bidin kesên çûne cenazeyên gerîlayan ji Zozana Laleşê bînin, li ber avahiya BDP’ya navçeyê kom bûn. Hate zanîn ku dê ji bo pêşwazîkirina cenazeyan xelkê dê li ber Tûgaya Cendirmeyan ji aliyê gelê navçeyê ve çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.
Hate ragihandin ku ji saetên sibê ve helîkopter ji Şirnexê radibin û polîsên tevgera taybet vediguhêzin navçeya Elkê.