Li Elkê polîsan mal gulebaran kirin

Li Elkê polîsan mal gulebaran kirin

Hate diyarkirin ku, şevê din li navçeya Elkê ya Şirnexê polîsên bi wesayîtên zirxî li nava taxan digeriyan bêserûber mal dan ber guleyan. Welatiyê bi navê Cîndi Ataman diyar kir ku, piştî ew bi telefonê li midûriyeta polîsan geriya û got "Hûn mala me didin ber guleyan. Ma hûn dê zarokên me bikujin?" polîsan dawî li gulebaranê aniye.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê piştî gêrîlayên HPG'ê 2 roj berê ji 4 aliyan ve êrîşî lojmanên leşker û polisan kir û 54 leşker hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn, şer destpê kir û hêj berdewam dike. Leşker çiya didin ber topan û polîsên li nava navçeyê digerin jî bêserûber malan didin ber guleyan. Welatiyê bi navê Cindî Ataman anî ziman ku, şevê din polîsan bi wesayîtên zirxî li nava taxan geriya û di demjimêr 01.00'an de bêserûber mal dane ber guleyan.

Ataman anî ziman ku, piştî polîsan bêserûber li derdorê gule barandin ew bi telefonê li Midûriyeta Polîsan geriya ye û wiha got: "Ez bi telefonê geriyam û min got 'Hûn mala me didin ber guleyan. Ma hûn dê zarokên me bikujin?" polîsan dawî li gulebaranê anî"

Hate aşkera kirin ku, dema welatiyê bi navê Emîn Ataman ne li malê bû polîsan di ser mala wan de girt û piştî derî şikandin ketin hundirê malê û lêgerîn pêk anîn.

Ataman da zanîn ku, Waliyê Şirnexê bi sercerdevanên Elkê, Serokên AKP'ê, qeymeqam û Fermandarê Tûgayê re civîn pêk aniye û ferman daye rayedaran.