Li Elkê polîsan gule li derdorê reşandin
Li Elkê 3 polîsan gule li esnafên li navenda navçeyê reşandin.
Li Elkê 3 polîsan gule li esnafên li navenda navçeyê reşandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di 30'ê Nîsanê saet di 13:00 de, li navenda navçeya Şirnex Elkê 3 polîsan bi çekên otomatîk gule li derdorê reşandine.
Li ser vê yekê şêniyên navçeyê li ber Midûriyeta Emniyetê civiyan û xwepêşandana protestoyî lidar xistin. Piştî ku Midûrê Emniyetê yê Navçeyê derket derve û ji gel lêborîn xwest, girseya gel belav bû.