Li navenda navçeya Elkê ya Şirneşê pîştî çalakiyên 2’ê Îlonê yên gêrîlayên HPG'ê ya li dijî avahiyên dewletê pêk hat şer derket. Piştî şer 15 deqîqeyan berdewam kir bi dawî bû. Hate zanîn bu, bombebarana li dora Çiyayê Marînosê û Jîrka didome.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, piştî li dijî saziyên leşkerî û polîsan êrîşa çekdarî pêk hat û 54 leşker hatin kuştin, şer didome û fireh dibe. Gêrîlayên HPG'ê dîsa li dijî gelek saziyên dewletê, êrîşa çekdarî pêk anî. Pevçûna li navenda Elkê destpê kir û piştî 15 deqîqeyan berdewam kir bi dawî bû. Li dijî avahiya Midûriyeta Polîsan êrîşa bi roket pêk hat. Hate zanîn ku, li avahiya midûriyeta polîsan teqîn pêk hat. Hate zanîn ku, midûriyeta polîsan hedef hate girtin. Piştî êrîş pêk hat welatî ketin malên xwe. Pişti şerê li navçeyê bi dawî bû topbarana li herêma Çiyayê Marinosê û Jîrka berdewam dike.
Li aliyê din operasyona ku ji duh de li dora çiyayê Kato dest pê kiribû heta serê sibê jî berdewam kir. Serê sibehê jî bi tevlîbûna balafirên şer û helîkopteran heta êvarî berdewam kir. Helîkopterên ku ji Fermandariya Tûgaya Elkê rabûn herêma Jîrka û Marînosê bombebaran kir.