Li Elkê ji gerîlayan li dijî karwana leşkerî êrîşa bi roketan

Li Elkê ji gerîlayan li dijî karwana leşkerî êrîşa bi roketan

Li nêzî gundê Sêtkarê û Katoyê biçûk yê Elkê ya Şirnexê gerîlayan li dijî karwana maşîneyên leşkerî yên zirxî êrîşa bi roket pêk anîn. Piştî çalakiyê li herêma Katoyê biçûk û Marunisê bi tevlêbûna helîkopterên kobrayê û balafirên şer operasyon hate destpêkirin.

Li navçeya Elkê û gundên derdora wê ji destpêka meha îlonê heta niha şer bê navber berdewam dike. Şevê din dîsa li nêzî gundê Stêrkan ê Elkê ya Şirnexê, li dijî karwana leşkerî ya maşîneya zirxî gerîlayan êrîş pêk anîn. Gerîlayan êrişa bi roket pêk anî û pevçûn rû da. Piştî vê gelek balafirên şer û helîkopterên kobrayê herêm bombe kirin.

Gelek helîkopterên kobra û balafirên şer di saetên serê sibehê de li çiyayê Kato û Marunisê bombe kirin. Li herêmê piştî operasyona leşkerî ku bi tevlîbuna balafirên şer pêk hat şer derket û hate zanîn ku şer li herêmê didome. Li herêma ku balafirên şer bombe barandin, der barê birîndar û kuştiyan de tu agahî nehat didestxistin.