Li herêma navçeya Elkê ya Şirnexê şer berdewam dike. Li navenda navçeyê jî di rojên dawî de gelek maşîneyên zirxî hatin bicihkirin û dîmenên rewşa awarte li herêmê ji nû ve zindî bûn.
Li herêma navçeya Elkê demek dirêje şer û operasyon berdewam dikin. Li navenda navçeyê jî ji ber ku polîs û leşker zêde bicih bûne û li gelek noqteyan maşîneyên zirxî bicih kirine dîmenên rewşa awarte ji nû ve zindî dibin. Di êvaran de bi tarîbûna rojê her kes berê xwe dide malên xwe û panzer û maşîneyên zirxî li nava navçeyê digerin. Polîs li kolan û taxan welatiyan radiwestînin û li nasnameyên wan dinêrin. Êvaran hemû esnaf dikanên xwe digirin û navçe bêdeng dibe. Di rojên dawî de ji ber pêkanînên polîsan û zêdebûna tedbîran dîmenên rewşa awarete dubare dike.
Bi taybetî di rojên dawî de li ser herêma Çiyayê Kato Marînos liv û tevgera helîkopteran zêde dibe. Dîsa Fermandardiya Cendirmeyan ya Tûgaya Elkê bê navber Çiyayê Kato û herêmê dide ber topan.