Li Elkê 8 cerdevanên ku nexwestin derkevin operasyonê çek berdan. Li navçeyê di nava 4 rojan de 11 cerdevana çek berda.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê pevçûnên ku 2’ê Îlonê destpê kirin, 8 cerdevanên ku nexwestin biçin operasyonê, îro daxwaznameyên îstifayê dan Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê. Rojên borî 3 cerdevanên din jî ji ber heman sedemê îstifa kiribûn. Li gel vê di nava 4 rojan de li Elkê 11 cerdevana îstifa kir.