Li Êlihê operasyonên siyasî hatin şermezar kirin

Li Êlihê operasyonên siyasî hatin şermezar kirin

Rêxistina BDP’ê ya Êlihê, têkildarî operasyona 8’ê kanûnê li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê pêk hatî û di operasyona li Êlihê de ji 31 kesên hatin binçavkirin 24 kes hatin girtin, daxuyanî da çapemeniyê.Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr ya Êlihê Salih Aktan, berxwedana gelê Êlihê ku li wan xwedî derketine pîroz kir û got ne 24 hevalên wan hemû gelê Êlihê bê girtin dê ev têkoşîn bi meşandin.

Rêxistina BDP’ê ya Êlihê, têkildarî operasyona 8’ê kanunê li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê pêk hatî û di operasyona Êlihê de ji 31 kesên hatin binçavkirin 24 kes hatin girtin, daxuyanî da çapemeniyê. Li ber Rêxistina BDP'ê ya Êlihê daxuyanî hate dayîn. Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar ê Êlihê Salîh Aktan ê ku hatibû binçavkirin û duh serbest hate berdan, Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê, KURDÎ-DER, ÎHD, MEYA-DER û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Destpêkê Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr yê Êlihê Salih Aktan axivî ji ber berxwedana gelê Êlihê, gel pîroz kir. Aktan anî ziman ku, ne 24 hevalê wan hemû gelê Êlihê jî bê girtin dê gelê Êlihê xwedî li vîna xwe siyasî derbikeve. Aktan got ku, bi salane ew li Êlihê siyaset dike û wiha got: “Ez dê niha ji nû ve dest bi têkoşînê bikim. Ez dê her tim xebata xwe bimeşînim û tu kes nikare min bi darazê pêşiya min bigire. Ez ê her tim ji bo bedel dayînê amade bim. Lê mixabin her tim hinek kesan, xebata me suçdar û îlegal dîtin.”

Aktan anî ziman ku, ew bi civînên fermî yên li dar xistin hatin sûcdarkirin. Aktan destnîşan kir ku, ew pêşniyar dike ku bila êdî hemû civînê wan li nava vê kolanê bê lidarxbixin û wiha got: “Em hemû hêzên peywîrdar ên dewletê jî dawetî vê civînê dikin. Em ê bêjin werin kerim bikin guhdar bikin. Êdî em ê bêjin axaftinê me ev e. Me bi tu kesî guhdar nekin û nepen nekin.” Aktan da zanîn ku, di dema darizandinê de jî pirsên sosret pirs kirin.

‘EM DÊ LI HEMBERÎ DIJDEMOKRASIYÊ BIN’

Piştî Aktan rêveberê dildar ê BDP’a Êlihê Necmî Dilmaç daxuyanî xwend. Dilmaç diyar kir ku, di 8’ê kanûnê de li bajarê wan jî din av de li 3 bajaran operasyon hatiye pêk hatiye û di nav de nêzî 100 kesî hatibûne binçavkirin. Dilmaç destnîşa kir ku, tevî hevserokên wan ên bajêr û bi tevahî 24 hevalên wan li dadgeha heremî ya Amedê bi awayekî dij hiquq hatine girtin û şandine girtîgehê.

Dilmaç diyarkir ku, civînê wan heftane yên fermî bi awayekî dij hiquq bi awayekî guhdarkirina cîhazan kontrol kirine û aşkera kir ku, bi awayekî ku li Êlihê Civîna Meclîsa Bajêr pêk hatine xistine nav suçdariya îdanameyê. Dilmaç destnîşan kir ku, dixwazin xebatê wan yê BDP’ê asteng bikin û di nav xeyalên girtina BDP’ê de ne. Dilmaç anî ziman ku, hikumeta AKP’ê ji wan bigere jî dê ew siyaseta xwe rewa û bi demokratîk li hemberî êrîş û pêkanînê dij demokrasiyê bi meşînin.

Piştî daxuyaniyê girse dirûşm û çepikan girtinan şermezer kirin û belavbûn.