Li Êlihê li hemberî peywirdarên şîrketa petrolê êrîş 4 birîndar

Li Êlihê li hemberî peywirdarên şîrketa petrolê êrîş 4 birîndar

Li hemberî xebatkarên ewlehiya taybet a Şîrketa Ukraynayê ku li Çiyayê Mava ya di navbera navçeyên Heskîf-Gercuşa Êlihê de ye êrîş pêk hat û di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Êlihê li hemberî xebatkarên fîrmayeke ewlehiyê ya ku endezyarên girêdayê petrola şîdetê dixebitin, diparast êrîş pêk hatiye.

Di encama êrîşê Hamît Korkmaz, Hasan Çakir, Vahap Yildirim û Osman Keskîn birîndar bûn.

Xebatkarên birîndar bûn bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmêy a Êlihê. Piştî mudaxaleya yekemîn Hamît Korkmazê ku rewşa wî giran bû sewqî nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Amedê kirin.