Endamên Rêxistina BDP'ê yên Êlihê bi armanca balê bikîşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên gireva birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin daxuyanî da çapemeniyê. Polisa mudaxele li daxuyaniyê kir. Piştî mudaxeleyê di navbera girse û polîsan de pevçûnan dest pê kir.
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balê bikîşînin ser çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger a li girtîgeha dest pê kir ji Otela Zekî heta ber şaredariyê meşekê li dar bixin. Lê polîsan bi hinceta Walîtiyê destûra meşê nedaye asteng kir. Girseya di nav de Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî di nav de li gel astengiyan li ber Otela Zekî daxuyanî da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê polîsan êrîş li girseyê kir. Bûyerên bi mudaxeleya polîsan dest pê kirin.