Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darzindin" de vê hefteyê li ser komkujî, binpêkirina mafan û întîharên leşkerî rawestiyan.
Li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulistanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kiryarên wan bên darizandin” hate vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan.
Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û gelek kes amade bûn. Axaftina ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş kir. Kunteş, diyar kir ku weke her hefteye çalekî û rêzeçalekiyê wan didome û destnîşan kir ku heta wenda neyên dîtin û kiryarên wan neyên aşkerekirin dê bi dayikan re li qadan bin. Kunteş, anî ziman ku dê ew heta ev kes li ku ne û ji aliyê kî ve hatine winda kirin dê li pey aqubeta wan bin û bi pirsin. Kunteş, destnîşan kir ku heta her tim wan daxwaziya ew kes bên dîtin û teslîmî edaletê bê kirin bang kirine û got dê ew ji niha şûn ve jî daxwaziya xwe bi domînin.
Piştî Kunteş, li ser navê xizmên windayan û ÎHD rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Îlyas Ekîncî jî daxuyanî xwend. Ekîncî, destnîşan kir ku heta aşîtî, demokrasî û azadî bê vî welatî û heta şer bê bi dawî kirin dê ew li gel mirovên demokrat û welatparêzên bi hestiyar re li qada bin. Ekîncî, bi lêv kir ku ew her roja Şemiyê li vir dibêjin bila operasyon û mirin bên rawestandin.
Ekîncî, da zanîn ku wek her demî û wek salên 1990’an dîsa mirov li nava kuçeyan tên înfazkirin, girtin û binpêkirina mafan pêk tên û wiha got: “Em wek parêzvanê mafê mirovan, em kuştina tu mirovan naxwazin. Em naxwazin li Filistînê, Efxanîstan, Iraqê, Suriyê, Çeçenîstanê, Kurdistanê û li tu welatê cîhanê mirin û qetliyam pêk werin. Em daxwaz dikin ku kujerên qetliyama Mereş, Sêwas, Çorum, Dêrsîm û Roboskiyê bên dîtin û bila wan derbixin pêşberî darizînî.” Ekîncî, bal kişand ser întîharên leşkeran ên ku di demên dawî de tên qewimandin û da zanîn ku di nava 10 salên dawî de hejmara mirinên leşkeran ên întîxarî ji hejmara mirinên di şer de zêdetir buye. Ekîncî, diyar kir ku di sala 2012’an de di seriya 300 de meş û çalekî çêbûne û anî ziman ku ji ber hêza zêde ya hêzên ewlekariyê bi kar aniye 4 kes jiyana xwe ji dest dane û 555 kes birîndar buye, 650 kes hatiye binçavkirin û 1850 kes jî hatine girtin. Ekîncî, xwest sala 2013’an bibe sala aramî, aşîtî, azadî û wekheviyê û got ew naxwazin ev sal bibe sala binpêkirina mafan, dij hiquqî, mirin û qetliyaman.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalekiya rûnştinê hate lidarxistin û pişt re çalekî bi dawî bû.