Li Êlihê ji bo karkeran îkramiyeya 1'ê Gulanê
Li Êlihê, di encama hevdîtinên nvbera Hevşaredaran û rêveberên Şaxê Êlihê yê Sendîkaya Genel-Îşê de biryar hat dayîn ku 3 îkramiyeyên karkerên şaredariyê yên sala 2014'an werin dayîn.

Hevşaredaran Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel dan xuyakirin ku ew kêfxweş in ji ber sê îkramiyeyên karkerên şaredariyê yên sala 2014'an didin û di daxuyaniya hevpar de gotin, "Bi bawerim, bi wesîleya 1'ê Gulanê roja kedkarên cîhanê, kêm be jî me karkerên xwe kêfxweş kirine."
Hevşaredaran anîn ziman ku bi hêviya cîhaneke azad, adîl û wekhev ew 1'ê Gulanê roja têkoşîn, piştevanî, berxwedan û yekîtiyê li hemû kedkaran pîroz dikin û gotin, "Li ser bingeha feraseta me ya şaredariya gelparêz, azad û demokratîk, hurmeta ji kedê re yek ji pîvanên me yên bingehîn e. Lewma xizmeteke baştir a ji bo bajarê me û hilatina rojên bêhtir ronî, wê bi ked û saya karkerên me be."