Li Êlihê ji 10 hezarî zêdetir kes herîkin qada mîtîngê

Ji her çar aliyê Bakurê Kurdistanê sendîkayên karker-kedkaran ên hatin Êlihê, li Cadeya Diyarbakir a Êlihê hatin cem hev û bi kortejan li qada mîtîngê Kawşaxa Cadeya Gulîstan hatin cem hev.

Ji her çar aliyê Bakurê Kurdistanê sendîkaryên karker-kedkaran yên hatin Êlihê, li Cadeya Diyarbakir a Êlihê hatin cem hev û bi kortejanli qada mîtîngê Kawşaxa Cadeya Gulîstan hatin cem hev. Posterên karkerên di 1’ê Gulanê de û kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Bi hezaran kesî tevî hewaya germ qad terk nekirin, bi govendan cejna karkeran pîroz kirin. Namzetên HDP’ê yên Êlihê ku hatin qadê jî bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Polîsan li dora qada mîtîngê bend avakirin. Karker derketin banên avahiyên nêzî bendan û bê navber dirûşmên "Bijî Yek Gulan", "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Extiyarên beşdarî Cejna Karkeran a Cîhanê bûn, rengê xwe dan mîtîngê û jinên bi cil û bergên gelerî beşdar bibûn jî li eniya herî pêş a qadê cih girtin.

Ji ber nimêja Înê demek kurt navber dan muzîkê, mîtîngê bi stranên koma muzîkê ya Komeleya Çanda Şehîd Mîzgîn destpê kir.

Mîtînga ku bê bûyer destpê kir, tê payîn ku rêveberên sendîkayên karkeran derkevin ser dİkê û axaftinan bikin.

...