Li navçeya Kercûs ya Êlihê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînê rû da.
Li gorî agahiyan, li devera Zahore ya li ser rêya Pengava Kirkat dema wesayîta leşkerî ya leşker lê siwar derbazbû teqînê rû da. Çavkaniyên Tirk îdîakirin ku, di teqîna bi komandoya dûr ve hatî teqandin de mirî û birîndar çênebûne.
Rêya ku di encama teqînê de xirab bû, ji trafê re girtin, yekîneyên cendirmeyan li cihê bûyerê hûrkolîn pêkanîn.