Li Êlihê cesetê jinekê hate dîtin

Li Êlihê cesetê jinekê hate dîtin

Li Êlihê cesedê jineke nasnameya wê ne diyar hate dîtin. Hate hînbûn ku, ji bo otopsiyê ceset rakirine Nexweşxana Dewletê ya Heremî ya Êlihê.

Li bin pira ser riya di navbera Êlih û Amedê de li peravê Çemê Êlihê cesetê jineke nasnameya wê ne diyar hate dîtin. Hate hînbûn ku, temenê wê li derdora 30 salî ye û bi kincên sivîl hatiye dîtin. Hate zanîn ku, li ser ceset şopên lêdanê û îşkencê tunebûn û ji bo otopsiyê cenaze rakirine Nexweşxana Dewletê ya Heremî ya Êlihê. Hate diyarkirin ku, têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.