Li Êlihê çalakiya Dayîkên Şemiyê

Li Êlihê çalakiya Dayîkên Şemiyê

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darzindin" de xwest kuştinên tarî ronî bibe. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku, heta edalet pêk bê dê li qadan bin.

Li Êlihê vê hefteyê jî Rêveberên ÎHD'ê û xizmên wendayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li dar xist. Çalekî li Kolana Gulîstanê pêk hat. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kiryarên wan bên darizandin” hate vekirin û malbat û xizmên wendahiyan wêneyê kesên wenda hildan.

Di çalekiyê de Parlementerê BDP’ê yê Êlihê Bengî Yildiz, malbat û xizmên wendayan, rêveber û endamê ÎHD, BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Li ser navê çalekvana rêveberê ÎHD’ê Ýlyas Ekîncî daxuyanî xwend.

Ekîncî diyar kir ku, di hefteya 201’min de dîsa ew bi xizmên wendayan yên dil bi êş re li vê qadê çalekiya xwe di domînin re ne û wiha got: "Heta edalet pêk bê em dê ji bo van bi xizmên wendayan re ên bi dil keder re edaletê bixwazin. Li ser bûyera Roboskiyê re salek derbaz bû hêj berpirsyar nehatine dîtin û edaletek ne hatiye bi dest xistin. Heta niha êşa vê buyerê tê domandin û bûyer bi tu awayî ronî ne bûye. Bûyer li benda ronîkirinê ye.”

Ekîncî bal kişand ser çalekiya grevê birçîbûnê yên ku hatin bi dawî kirin û da zanîn ku, di girtîgehan de pêkanîna tecrîta giran û îzolasyon hêjan berdewam dike.

Ekîncî operasyona siyasî ku li Êlihê pêk hat bi bîr xist û diyar kir ku, di operasyonê de rêveberên BDP’ê yên bajêr, navçe û endamê meclîsa giştî di nav de 24 kes hatine girtin. Ekîncî anî ziman ku, pirsgirêka Kurd bi tundî, êrîş, girtin û operasyona nayê çareserkirin û got ev pirsgirêk pir aşkere ye.

Ekîncî ev tişt got: “Her roj cenazeyê leşker, polîs û gêrilayan tên. Em wek parêzvanê mafê mirovan dibêjin êdî bese. Bila ev pêvajoya şer bi dawî bibe û kes ne mire. Bila tu dayîk rondikana ne rêje. Bila tu zarok sêwî nemîne. Bila kezeba tu dayîkekê ne şewite.”

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalekiya rûniştinê hate li darxistin û pişt re çalekî bi dawî bû.