Li Êlihê 7 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê 7 kes hatin binçavkirin

Di operasyona ku ji aliyê Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan ya Êlihê ve dihat birêve birin de, hate diyarkirin ku bi îdîaya ku di nava pêkhateya Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk ya (DYGM)Êlihê xwe de cihê xwe digirin operasyon hate kirin û 7 kes binçavkirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan ya Êlihê ve hate kirin, hate gotin ku “Di encama operasyonên hemwext yên li Mêrsîn, Sêrt û Wanê hatine kirin de, li Êlihê 7 kes hatin binçavkirin. Xebatên girtina kesên firar têne meşandin.”