Li Elbistanê 10 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kir

Li Elbistanê 10 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kir

Li girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê 10 girtiyên ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ya di 12'ê Îlonê de bi boneya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwazên Ocalan ên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk bê destpê kiribû, her ku diçe belav dibin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê jî 10 girtiyan dest bi çalakiya gireva birçubûnê kirin.

Girtiyên ku ketin gireva birçûbînê wiha ne: Aysel Dogan, Selver Yildirim, Erdal Laçîn, Kemal Demîrbaş, Îsmail Tuzun, Î. Haki Tursun, Adîl Abi, Abdullah Hasan, Huseyin Toronoglu, Muhammet Bablîs di 4'ê Cotmehê de dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Girtiyan bi rêya nameyekê diyar kirin ku, heta ku daxwazên wan bi cih bên dê çalakiya xwe ya demokratîk berdewam bikin. Girtiyan bang li raya giştî jî kirin û xwestin piştgiriyê bidin çalakiya wan.