Li Elbakê operasyonên siyasî hatin şermezar kirin

Li Elbakê operasyonên siyasî hatin şermezar kirin

Rêxistina BDP'ê ya Elbakê operasyonên bi navê "KCK'ê" pêk tên şermezar kirin.

Rêxistina BDP'ê ya Elbakê operasyonên bi navê "KCK'ê" yên di 26'ê mijdarê de li navenda Wan û navçeyên Wanê pêk hatin bi civînekî çapemeniyê şermezar kir. Ligel rêveberên BDP'ê yên navçeyê, endamên meclîsa şaredariyê MEYA-DER, KURDÎ-DER û gelek welatî tevlî civîna li avahiya BDP'ê pêk hatinbûn.

Rêveberê BDP'ê yê navçeyê Nedîm Ozturk diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê dixwaze bi rêbezên zextan siyaseta Kurd tasfiye bike û wiha got: "Bi operasyonên siyasî û leşkerî dixwazin pirsgirêka Kurd çareser nekirin."