Li El Babê ku li benda azadiyê ye, jiyana jinê

Li bajarê El Babê ku li benda azadiyê ye, jiyana jinê ya beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê çawa bû? Piştî şerê navxweyî çawa bû? Pêngaveke gengaz a rizgarkirinê wê çi ji jinan re bîne?

Li bajarê El Babê ku li benda azadiyê ye, jiyana jinê ya beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê çawa bû? Piştî şerê navxweyî çawa bû? Pêngaveke gengaz a rizgarkirinê wê çi ji jinan re bîne?

BERIYA SALA 2011'AN JIYANA JINAN A LI BABÊ

Sûriye, beriya destpêkirina şerê navxweyî li gorî welatên din ên Ereb hinekî cudatir bû. Gelê bajêr di mehên havînê de heta derengiya şevê li kolanan dima, diçû park û kafeyan, şîv li restorantan dihat xwarin, ku jin û mêr pev re dixwarin.

Mîna bajarên din ên Sûriyeyê, jin û mêr bi hev re diçûn cihên kêf û şahiyê. Jin û mêr bi hev re tevlî xwepêşandanên li dijî rejîma Esad dibûn.

Lê belê, piştî ku şerê navxweyî di sala 2011'an de dest pê kir, bajarê Babê ewilî ji aliyê komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ve hat dagirkirin. Di navbera salên 2011-2014'an de rewşa li bajêr guherî û qanûnên şer'î lê serdest bûn.

PIŞTÎ SALA 2014'AN JIYANA JINÊ LI BABÊ

Di sala 2014'an de piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst bajar dagir kirin, rewşa li bajêr hê bêhtir guherî û karakterekî Îslamî yê radîkal lê bi ser ket.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajar bi temamî dagir kirin û li gorî xwe sîstemek ava kirin, bi qanûnên şer'î yên li gorî xwe, bajar bi rê ve birin.

Li bajarê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, rabûna li ber pêkanînên çeteyan an jî şermezarkirina pêkanînên çeteyan, nepêkan bû. Ji ber vê yekê, ji ber ewlekarî û peydakirina xwarinê, gel ji neçarî di bin sîstema çeteyên DAIŞ'ê de ma.

Lê belê di dema dawî de ji ber bomberdûmana balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA, çavkaniyên enerjî û elektrîkê hatin tinekirin û jiyana gelê sivîl ê li bajêr girantir bû.

LI BAJÊR YEKÎNEYÊN ASAYÎŞÊ YÊN JINÊN DAIŞ'Î'

Li herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, nêzîkatiya li jinan kêm caran di çapemeniyê de hat nîşandan.

Vegotinên jinên xwe gihandine qadên azad, nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê ya li jinan radixe pêş çavan. Jinên ciwan an jî jin, eger li cem wan xizmekî wan ê bi emr (bav, kek an jî hevjîn) nebe, destûr nayê dayîn ji malê derkevin. 

Jin neçarin temamiya bedena xwe bi paçê reş bipêç e. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha mîna li Reqqa û Minbicê, li bajarê Babê jî tûgayên ku jinan kontrol dikin, ava kirin.

Li bajêr kişandina cixareyê qedexe ye. Eger kesekî cixarê bikişîne ji aliyê qaşo yekîneyên ewlekariyê ve bê dîtin, wê cezayê lêdana qemçiyê lê bê birîn.

Bi taybetî rewşa jinên cixareyê dikişîne, tirsnak e. Ne tenê cezayê lêdana qemçiyê, her wiha jin neçar tên hiştin bi endamên çeteyên DAIŞ'ê re bi zorê bên zewicandin an jî weke koleya sexê were bikaranîn.

AZADIYA BABÊ WÊ JINÊ JÎ AZAD BIKE

Di herikîna dîrokê de ti ji têkoşîna jinê nekariye bê sekinandin. Di nava gelek tevgerên rizgariya neteweyî de, di nava tevgerên maf, demokrasî, femînîzm û azadiyê de rola jinê timî diyarker bûye.

Jin li dijî zîhniyetê baviksalarî bênavber li ber xwe didin. Pêngaveke gengaz a ji bo azadkirina bajarê Babê, wê dojeha DAIŞ'ê li dijî jinan ava kiriye ji holê rake û jinê azad bike.