Li gundê Qetma ya girêdayî Şera ya Efrînê malekî kurd rastî êrîşa topan hat, di vê êrîşê de gelek zerar û ziyanên madî çêbûne.
Bi şerên di navbera hêzên rêjîmê û Artêşa Azad de, roj bi roj gund û malên kurdan rastî êrîsên topan tên, herî dawî jî topekî Rûsî li malekî kurd yê gundê Qetma yê girêdayî Şera ya Efrînê ket, di encamê de gelek zirarên madî yên mezin çêbûn, kargehekî seramîkan ku nêzî malê bû bi temamî rûxiya û her wiha maşînên ku li wê sahê bûn jî bi temamî şewitîn.