li Efrînê welatiyê Kurd Mihemed Bekir Hesen yê ajovantî dikir, ji aliyê 2 kesên nenas ve hate kuştin.
Li Efrînê du kesên nenas bi welatiyê Kurd Mihemed Hesen Bekir kuli ser teksiyê ajovantî dikir siwar hatin û berê wî dan newala Zên ku dikeve navbera gundê Dîwan û Dêr Belût li navçeya Cindêrisê ya Efrînê. Li wir 2 gule li zikê wî dan û ew kuştin. Teksiya wî dizîn lê ji ber ku teksî li dara zeytûna qelibî ew hiştin û reviyan.
Welatiyê Kurd Mihemeh Hesen Bekir di sala 1970 li gundê Meskenê ya Cindêrisê ji dayîk bûye, zewiciye û bavê 3 zarokane. Li Helebê dima, lê ji ber rewşa şer li Helebê vegeriya bû gund.