Li Efrînê şervanê YPG’ê jiyana xwe ji dest da

Li Efrînê şervanê YPG’ê jiyana xwe ji dest da

Li Efrînê Şervanê YPG'ê Mihemed Ebdo Keleca dema ku li ser nuqteya rêbendê bû bi guleya ne diyar bê ji ku ve hat jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Efrînê di dema ku Şervanê YPG'ê Mihemed Ebdo keleca yê ji navçeya Cendêrisê bi erkê xwe yê netewî radibû û li ser nuqteya kontrolê ya Gundê Til Silor bû derdora seet 5'ê ser sibê guleyek ne diyar lê ket û jiyana xwe jidest da.

Cenazeyê Mihemed Ebdo rakirin nexweşxaneya Afirîn ya Efrînê. Dê li Goristana Şehîd Seydo ya navçeya Cindêris bispêrin axê.