Li Efrînê perwerdeya tendirustiyê a mudaxeleya lezgîn

Li Efrînê perwerdeya tendirustiyê a mudaxeleya lezgîn

Li navçeya Reco ya Efrînê komîteya tendirustiyê bi alîkariya Heyva Sor dewreyek perwerdeyê ya mudaxileya lezgîn û dermankirina destpêkê bi dawî kir.

Li navçeya Reco ya Efrînê ciwanên ku ev demek bû, bi serkêşiya komîteya tendirustiyê û Heyva Sor dest bi perwerdeya mudaxeleya lezgîn kiribûn, dewreya xwe bi dawî kirin. Perwerde ji keç û xortên ciwan pêk dihat, ciwanan ew demeke lez dabûn perwerdeya xwe, duh bi dawî kirin. Piştî ku perwerdeya ciwanan bi dawî bû, êdî ciwan ji hemu mudaxileyên lezgîn û dermankirina lezgîn re amade ne.

Derbarê mijarê de rêvebirê Heyva Sor Celal Simo diyar kir ku ji ber ku wan pêdivî bi amadekirina ekîbên tendirustiyê yên mudaxeleya lezgîn dît, lewra jî wan dest bi wê perwerdeyê kiriye. Her wiha Simo da zanîn ku ew dê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê dest bi perwerdeyên bi wî awayî bikin.