Saziya zimanê kurdî navenda zanist û perwerdeya zimanê kurdî li navçeya Şeraya girêdayî Efrînê li avahiya partiya Bees ya ku wek navendekî ji bo helandin û asîmîlekirina ziman û çandan dihat naskirin vekir.
Li navçeya Şeraya girêdayî Efrînê navenda zanist û perwerdeya zimanê Kurdî hate vkeirin. Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê bi amadebûna gelek keç û xortên navçeya Şera û bi amadebûna kesayetên rewşenbîr û mamosteyan navend hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de nûnerê saziya zimanê Kurdî Temuz Şemalî pêşengê yekemîn yê ku xizmetên girîng ji bo zimanê Kurdî Mîr Celadet Bedirxan di şert û mercên herî giran de tîpên latînî yên Kurdî ji bo gelê Kurd sazkiriye bi bîr anîn û her wiha jî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Reşîdê Kurdî.
Pişt re Serokê Meclisa gel yê navçeya Şera Eslan Eslan li ser girîngiya xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bangawazî li gelê Kurd kir.
Di dawiya merasîmê de endamê saziya zimanê Kurdî yê navçeya Şera Mehmud Ehmed balkişand ser pevajoyên cur bi cur yên ku zimanê kurdî tê de derbaz bûye. Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku, pêwîste gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve û her dem zimanê Kurdî bide jiyandin.
Merasîm bi stranên gelêrî û gerandina govendên folklorî bi dawî bû.