Li Efrînê komên çete û komkujiya Parîsê hatin şermezar kirin

Li Efrînê komên çete û komkujiya Parîsê hatin şermezar kirin

li Gundê Meydankê ya navçeya Şera ya Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezar kirina komkujiya Prîsê û êrîşên komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê ku hewil didin bikevin Serêkaniyê meşek lidarxistin.

Li gundê Meydankê ya navçeya Şera ya Efrînê bi armanca şermezar kirina komkujiya Parîsê her wiha êrîşên komên çete yên bi piştgiriya Tirkyeyê ku hewil didin bikevin Serêkaniyê meşek lidarxistin. Meşa ciwanan li piranî kolanên gund geriyan. Piştî meşvan kombûn Serokê Meclisa Gel ya Navçeya Şera Aslan axivî. Aslan komkujiya Parîsê şermezar kir û diyar kir ku, şerê li Serêkaniyê û komkujiya Parîsê ji pîlanên ku li dijî îradeya gelê Kurdin. Aslan da zanîn ku, pîlanger li dijî destkeftiyên Kurd yên li her derê ji heman navendê ne.

Piştî Aslan Endama Yekîtiya Star Kewter Ehmed jî axivî. Kewter êrîşa li dijî jinên Kurd li Parîsê şermezar kir û da zanîn ku êrîşên li dijî gelê Kurd û sembolên wê her wiha şerên li Serêkaniyê li heman navendê ye jî, Ehmed di dawiya axaftina xwe de got; '' mebesta pîlangeran ew ku dijî tevegera azadiya gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê pîlana bikin''.