Li Efrînê êrîşa hewayî: 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Efrînê êrîşa hewayî: 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Balefirên şer ên artêşa Sûriyeyê li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê de otobuseka rêwiyan bobmebaran kir û di encamê de 1 jê jin bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta niha hejmara birîndaran nehatiye zanîn.

Hat ragihandin ku îro, artêşa rejîma Sûriyeyê otobûsa ji Efrînê diçû Helebê bombebaran kir û di encamê de yek jê jin bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Abdo Qerbûz, Welîd Xencer, Nazîme Hesen, Kamîran Hesen û Muna Ebdella.”

Hat diyarkirin ku cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran birin Efrînê. Heta niha hejmara birîndaran nehatiye zanîn.