Li Efrînê cenazeyê 7 şervanên azadiyê bi girseyî hatin oxirkirin
Bi hezaran kes, bi merasîmekî girseyî 2 YPG’ê û 5 şervanên Cebhet El-Ekrad li Goristana Şehîd Seyîdo ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Bi hezaran kes, bi merasîmekî girseyî 2 YPG’ê û 5 şervanên Cebhet El-Ekrad li Goristana Şehîd Seyîdo ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Bi sedan şêniyên Efrînê û herêmên Şehbayê bi armanca wergiritina cenazeyên şervanên Cehbet El-Ekrad ên bi navê Rizgar Mihemed (Çekdar Efrîn), Ebdela Îbek (Mihemed Firat Ozgur) Emîn Dil (Bawer Diyar), Hesen Berî (Avreş Qendîl), Munzir Ehmed Xalûsî (Dilovan Çiya) û Dildar Cima Kenco yên di berxwedana herêmên Şehbayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ber nexweşxaneya Avirîn kom bûn.
Girseya gel ku bê navber dirûşm beriz dikirin û wêneyên cangoriyan vekiribûn, piştî wergiritina cenazeyan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Seyîdo ya li Kefer Sefrê ya Navçeya Cindirêsê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre şervanên Yekîneyên Parsatina Gel (YPG) û Yekîneyên Parsatina Jin (YPJ) merasîmekî leşkerî li dar xistin.
Piştre Fermandarê YPG’ê Şahîn Amanos axivî û wiha got: “Ev şehîd li hemberî hemû pîlanên dijminên azadiya gelê Rojava sekinîn û xaka Sûriyeyê ji teror û qirêjiya çeteyan paqij kirin.”
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Cindirêsê Hesen Bekir jî diyar kir ku fedekarî û berxwedaniya van pakrawanan li eniyên şer ji bo avakirina jiyankeke azad û bi rûmet bû.
Hesen bal kişand ku pîlanên dewleta Tirk a dagirker li hemberî serkeftinên van lehengan têk çûn.
Endama Komîteya Amadekirina Hevpeyamana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk Rohilat Arif jî axivî. Arif wiha anî ziman: “Hê jî dijmin dixwaze berjewendiyên xwe bicih bîne û hewl dide vîna gel bide şikandin û pêşveçûna hêzên şoreşger a rizgarkirina herêmên ku çeteyan dagir kirine, bide sekinandin.”
Li aliyê din Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdulhemîd Mûstefa jî serkeftinên hêzên parastinê bibîr xist û got ku ev serkeftin ên hemû pêkhateyên herêmê ne. Mûstefa ev tişt anî ziman: “Dijmin nikarî xwe li hemberî serkeftinên gelê me ragire. Ji ber vê yekê îro bi êrîşên kirêt hewl dide me lawaz bike. Lehengên me ji wan re diyar kirine ku ew bi xaka xwe û doza xwe ya Neteweya Demokratîk ve girêdayî ne.”
Piştre Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Solîn Umer nasnameyên her 7 şervanên azadiyê xwend û radestî malbatên wan kir.
Cenazeyên şervanên Cehet El-Ekrad bi tilîliyên dayîkan û dirûşma “Şehîd namrin” ve hatin definkirin.