Li navçeya Şiyê ya Efrînê lijneya ji bo xwe rêxistin kirina di dewriyan de, asayişan civîneke bi beşdariya 40 endamên xwe lidarxist.
Li navçeya Şiyê ya Efrînê asayişan bi beşdariya 40 endamên xwe bi armanca xwe rêxistin kirin di dewriyên ku derdikevin nobedarıyê û nirxandina rewşa siyasî ku herêma Rojavayê Kurdistanê jiyan dike lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Piştre endamê asayîşa Şiyê Mihemed Elûş li ser rewşa dawî ku Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê jiyan dike axivî. ''Pêwîste em di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de xwe bi rêxistin bikin, bi taybet di van demên ku herêma me di rewşa zor û zehmetiyê de jiyan dike. Gelek alî bi dorpêçkirina derdora me û embargoya li ser me ferz kirine dixwazin vîna gelê me bişkênin, lê em dê bi yeketiya xwe li himber siyaseta wan derbikevin û em dê azadiya xwe bi dest bixin''.
Di dawiya civînê de endamên asayişê xwe di nava girûbên ku wê derbikevin dewriya belavkirin. Her girûbek ji 5 endaman pêktê.