Sivîlên ku derdora mehek beriya niha ji aliyê komên çete ve li Serêkaniyê hatibûn desteserkirn, piştî bexwedana mezin a YPG’ê di çarçoveya lihevkirinan de serbest hatin berdan û bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Kesên serbest hatin berdan li Dirbesiyê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Duh saet di 18.00 de kesên ji aliyê komên çete ve hatibûn girtin û serbest hatibûn berdan, li Dirbesiyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Piştî gelê Dirbesiyê nûçeyê bihîst, daket qadan û coşa azadiyê pîroz kirin. Girseya gel guh neda sermaya zivistanê û bi hezaran kes li hev kom bûn.
Karwanê kesên serbest hatin berdan saet di 18.30 de bi fîtik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Piştî turek li nava bajêr, endamê YPG’ê Halîl Cemal axaftinek kir. Di axaftinan de berxwedana mezin a YPG’ê li Serêkaniyê nîşan da hate silavkirin. Coşa gelê bajêr heta derengiyê berdewam kir.