Hate ragihandin ku li bajaroka Dirbêsiyê ya girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê, li ser xeta sînorê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqîn pêk hat. Hate gotin ku 2 leşker mirine.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn îro di saetên nîvro de, li ser xeta sînor, li cihê dewriyeya leşkeran pêk hat. Hate ragihandin di encama teqîna ku sedema wê nehat hînbûn de, 2 leşkerên artêşa tirk mirine û yên birîndar jî hene. Hate gotin ku piştî teqînê gelek leşker û tang li ser sînor hatine bicîhkirin.