Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal ya Çandê ya Dîlokê, di bin baranê de meşek li darxist û komkujiya Sêwas, Mereş û Roboskiyê şermezar kir.
Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal ya Çandê ya Dîlokê, tekildarî komkujiya Sîwas, Mereş û Roboskiyê li Parka Balikli daxuyaniya çapemeniyê da. ÎHD, EMEP, BDP, ESP, TKP û gelek nûnerên rexistinên sivîl û civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê li bin baranê ji Parqa Yeşîl Su ber bi Parqa Balikliyê ve meşiya. Girseya ku di meşê de pankarta "Em komkujiya Mereşê ji bîr nakin" vekirin, durişmeyên wek "Li hemberê faşîzmê mil bi mil" û "Bila faîl bên dîtin û hesab ji wan bên xwestin" qêriyan.
Piştî meşa li Parqa Balikliyê dawî bû, li ser navê girseyê Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal ya Çandê ya Dîlokê Yusuf Turhan daxuyanî da. Turhan meha kanûnê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê êş û kedere. Turhan diyar kir ku, qetlîama Kerbela didome û wiha axivî: "Me Yezîd 19 kanûnê di operasyonan 'Vegera jiyanê' dît, 28 kanûna sala 2011'an de li Roboskiyeyê 34 canê me bi balefirên bi bacên me hatine kirîn, kuştin dît." Turhan destnîşan kir ku, feraseta hezên komkujiya dikin nehatiye guhertin û wiha berdewam kir: "Em xizmeta polîtîkayên hevkarên emperyalîzmê yên ku newek heviyê têxe nav gelan nakin. Em dê li hemberê hemû hewildanên komkujiyan mafê xwe yê berxwedanê bikar bînin."
Daxuyanî bi çepik û tîlîliya dawî bû.