Li dijî qulîbeya cerdevana êrîşa çekdarî

Li dijî qulîbeya cerdevana êrîşa çekdarî

Li dijî qulîba cerdevana ya nobetê ku nêzî gundê Karalar ya ser bi navçeya Mîdyata Mêrdînê ye bi çekên lûle dirêj êrîş pêkhat, nehat hînbûn ku ka di êrîşê de mirî yan birîndar hene.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, li dijî qulîbeya nobetê ya cerdevan lê nobetê digirin ku nêzî gundê Karalar ya ser bi navçeya Mîdyat ya Mêrdînê ye bi çekên lûle dirêj êrîş pêkhat. Hate ragihandin ku, piştî êrîşê gelek leşker veguhestine herêmê, her wiha hate hînbûn ku du wesayîtên sivîl şewitîne. Nehat hînbûn ku di pevçûnê de mirî yan jî birîndar hene. Hate ragihandin ku, pevçûn li herêmek berfireh belavbûne û didomin.

Hêjayî gotinê ye ku, li gorî demjimêra herêmî 20.15’an de gêrîlayên HPG’ê rêya Mîdyat-Hezexê qutkir. Gêrîlayên ku di wesayîtên rawestandîn de kontrola nasnameyan kir, 2 tir şewitandin. Wesayîta îtfayê ya hat wesayîtan vemirîne jî gêrîlayan gule reşandinê.