Li dijî Qereqola Jendermeyan a Îkîzceyê çalakî

Li dijî Qereqola Jendermeyan a Îkîzceyê gelîlayên HPG'ê bi roket û çekên giran çalakî pêk anîn.

Gerîlayên HPG'ê li dijî Qereqola Jendermeyan a Îkîzceyê ku dikeve navbera bajaroka Dêrgul û Şirnexê, bi roket û çekên giran çalakiyek pêk anîn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin piştî êrîşa bi roket û çekên giran ji qereqolê top hatine avêtin, herêma Kerê û herêmên din ji hêla artêşa Tirk bi çekên lûledirêj hatine gulekirin.

Der barê mirî û birîndaran de agahiyên zelal nehat bidestxistin û ji hêrêmê dengê çekan tê.