Li dijî Qendîl êrîşa hewayî

Li dijî Qendîl êrîşa hewayî

Balefirên şer yên artêşa Tirk herêma Qendîl ya di bin kontrola gêrîlayan de bombebaran kir.

Balefirên şer yên artêşa Tirk li gorî demjimêra herêmî 11.45’an de bitaybet li ser herêmên Zap û Kure Jaro firiyan, dîsan li gorî demjimêra herêmî 14.30’an de hate ragihandin ku, herêma Qendîl hatiye bombebaran kirin. Di derbarê encamên bombebaranê de agahî nehatin girtin. Lê belê li herêmê bisedan gund hene.

Artêşa Tirk bi hincetên bombebaran kirina kampên PKK’ê, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê dîsan zêdekirin. Di êrîşên hewayî yên Tirk de xelkê sivîl zirarek mezin dibîne. Herî dawî di 7’ê Îlonê de ji ber sedema bombebarana zêde gelek lawirên gundiyên li Xinêre û Xakurkê telef bibûn, bax û baxçe zirar dîtibûn.

Bitaybet ji salên 2007’an ve hema bêje hemû rojan êrîşên topbaranê têne kirin, bi sedan êrîşên hewayî çêbûn. Di êrîşê de herî zêde gundî jê bandor bûn. Gelek sivîlan di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

Di 5’ê îlonê de roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.

Di 24’ê tebaxê de jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.

Di 7’ê tebaxa 2011’an de li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.

Qadên di bin kontrola PKK’ê de yên Başûrê Kurdisatnê bi sedan kîlometre ye. Ji 8 herêman pêk tê: Qendîl, Metîna, Zap, Xakurkê, Xinêrê, Heftenîn, Garê û Zagros. PKK’ê diyar kiribû ku li herêmê kampên sabît tunene û mîlîtanên wan di nava sînor de ne.