Operasyonên li Êlih, Sêrt, navenda Mêrdînê û navçeyên wê pêk hat bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina operasyona duh li navçeyê pêk hate ji ber avahiya BDP'ê heta Bulvara Şîrîn a li taxa Firatê meşek hate lidarxistin. Piştî girseyê dest bi meşê kir polîsan pêşiya meşê girt û di navbera polîs û BDP'iyan de demek kin rageşî derket. Piştî rageşiyê girseyê dest bi meşê kir.
Endamên Meclîsa BDP'ê Şehbal Şenyurt û Alî Urkut, rêveberên BDP'ê şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Zext me bêzar nakin", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor", "Bijî Serok Apo" û "Nisêbîn xwedî li serokê xwe derbikeve" hatin berzkirin. Di meşê de girseyê dowîzên "Em qirkirina siyasi şermazar dikin", "Bijî berxwedana jinan", "Bijî berxwedana gel" hatin hilgirtin. Piştî meşê Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê Asiye Tokay axivî û diyar kir ku girtinên 3 salin berdewam dikin îro jî berdewam dikin û wiha got: "Duh serê sibê bi awayekî çete û hov bi ser malên hevalên me de hate girtin. Bila hemû kes bizane em li hemberî van zextan bi bertekin û şermezar dikin. Divê demildest hevalên me yên hatin binçavkirin serbest bên berdan."
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî operasyon şermezar kir û wiha got: "Bi şiklê çeteyan dikevin taxên me, malên me û xebatkarên şaredariyê, endamên meclîs û rêveberên BDP'ê bi awayekî îllegal teşhîr dikin. Em dizanin ku ji ber hevalên me xebatên baş kirin ji aliyê dewletê ve nayên heskirin. Em dizanin ku Serokê Rêxistina BDP'ê Ayten Kahraman piştgirî neda zilmê hate binçavkirin. Em dizanin ku ji ber rêveberên BDP'ê piştgirî nedan mafya û çeteyan hatin binçavkirin. Bila baş bê zanîn ku em tu caran ji riya azadiyê û wekheviyê venagerin."
Endama Meclîsa BDP'ê Şehbal Şenyurt jî diyar kir ku, berxwedan û vîna gelan kesên zordar têk dibin û wiha got: "Geşedanên li Kurdistanê pêk tên tu hesaba wan tuneye. Bi operasyona dawî AKP dixwaze ji her malekê re agirî pê bixe. Dewlet û AKP bi hev re bêsînor êrîşê dike û dixwaze agirî bi hemû dila bêxwe. Partiya li hemberî AKP'ê muxalefetê dike tenê BDP û tevgara gelê kurd e."
LI MÊRDÎNÊ JÎ BINÇAVKIRIN HATIN ŞERMEZARKIRIN
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê jî bi armanca şermezarkirina operasyona duh li Êlih, Sêrt û Mêrdînê pêk hat li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeya navendî daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê, MEYADER û TUHAD-DER'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de slogana "Zext me bêzar nakin" hain qêrîn. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp daxuyanî xwend û wiha got: "Duh serê sibê bi fermana hikûmeta AKP'ê li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê zêdeyî 80 hevalên me bi awayekî dijhiqûqî hatin binçavkirin. Hikûmeta AKP'ê êrîşê li hemû kesên ji bo demokrasî û azadiyê têkoşînê dikin dike." Piştî daxuyaniyê girse bi çekipan belavbû.