Li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Yumurtalkê çalakiya gerîlayan

Li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Yumurtalkê çalakiya gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê roja 22’yê berfanbarê li navçeya Midyad a Mêrdînê li dijî lûleya petrolêya di navbera Kerkûk-Yûmûrtalikê de çalakiyek li dar xistin. Artêşa Tirk careke din gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê (HG-NÇR) derbarê çalakiya gerîlayan de agahî da û got: “

Di 22’ê Kanûnê de di saet 20.30’an de li navçeya Omeryan a Mêrdînê li dijî xeta lûleyan a petrolê ya Kerkûk - Yumurtalkê ya di navbera gundên Kindirbînê û Epşê derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de şewat di lûleyên petrolê de destpêkiriye û zirareke maddî çêbûye.”

HPG-NÇR’ê der barê êrîşa hewayî ya li dijî gundên Başûrê Kurdistanê de ev agahî da: “Di 23’ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li dijî herêmên Geliyê Reş û gundê Bermizê û derdora wê girêdayî Navçeya Diyana ya bi ser herêma Başurê Kurdistanê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”