Li dijî Kurdan binçavkirin û girtin didome
Qirkirina siyasî ya bi fermanda AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd pêk tê dewam dike. Li Amed, Çewlik û Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Qirkirina siyasî ya bi fermanda AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd pêk tê dewam dike. Li Amed, Çewlik û Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
AMED
Li navçeya Farqînê ya Amedê 3 welatiyên bi navê Eyup Koşar, Abbas Nakçî û personelê Şaredariya Farqînê Mahfuz Taşkıran piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Dozeriyê piştî îfadeyê Taşkiran berda. Welatiyê bi navê Eyup Koşar û Abbas Nakçî jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Di heman dîrokê de welatiyê bi navê Yaşar Şimşek jî hat binçavkirin û piştî sewqî dadgehê hat kirin hate girtin.
Li navçeya Pîranê jî Hevşaredara DBP’î Zulfiye Kişmir dema di çarçoveya kontrolê de ji bo îmzeyê bide çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê hate binçavkirin. Kişmir a destûra dîtina parêzeran nehate dayîn, birin Amedê.
ÇEWLIK
Li Çewlikê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Niyazî Azam, İlhan Çakabay, Mehmet Fatîh Bacadurmuş Abdurrahman Molîz û Serkan Inak hatin binçavkirin. Kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Çewlike.
ANTALYA
Li Taxa Şelale ya girêdayî navçeya Kepez a Antalyayê, di serdegirtinên 12’ê Cotmehê de ji heman malbatê 4 kes hatibûn binçavkirin. Der heqê Endamê HDP’ê Mehmet Şah Otûrakçi û hevjîna wî Fatma Otûrakçi, keça wan Seher Işik û zavê wan Cemîl Işik de bi biryara dozgeriyê domahiya 5 rojan dîtina parêzer hate qedexekirin. Parêzera malbatê Denîz Yildirim got hinceta binçavkirina muwekîlên wê agahî nehatine dayîn. Malbatê diyar kir ku zarokek 2 salî ya malbatê heye û di heman demê de Seher Işik ducanî ye, diyar kir ku sepanînên li dijî zarokan derhiqûqî ye.