Li dijî kongreya rêxistina BDP’ê ya Hatay êrîşa nijadperest

Li dijî kongreya rêxistina BDP’ê ya Hatay êrîşa nijadperest

Komekî nijadperestên Tirk ku  di destê wan de alên tirk heyî xwestin êrîşê li Kongreya Rêxistina BDP'ê ya Hatayê ya Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî bibû, bikin. Dema polîsan kom asteng dikir kesên tevlî kongreyê jî bûn derketin derve û komên nîjadperest asteng kirin.

Komekî ulkucuyan (nijadperestên Tirk) xwest ku êrîşê li kesên tevlî Kongreya Rêxistina BDP'ê ya Hatayê bikin. Piştî Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li salona kongreyê ya Dawetê ya Samanyoluyê axaftina xwe kir bi sedan kesên dora salonê kom bûn xwestin êrîşê li kongreyê bikin.

Dema Demîrtaş di bin ewlehiyên berfireh de ji salonê derket koma di destên wan de alên tirk heyî dest bi êrîşê kirin. Dema polîsan hewil da komê asteng bikin piştî komê salon da ber keviran kesên tevlî kongreyê bûn jî derketin derve û bersiva wan da.

Di nav koma tê zanîn “ulkucu” ne û welatiyan de pevçûn derket. Polîsan di navbera welatiyên tevlî kongreyê bûn û koma nîjadperest de barîkat avakirin û hewil didin ku komê belav bikin.

Alozî berdewam dike.