Li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa hewayî

Li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa hewayî

Herêmên Metîna û Zapê yên di bin kontrola gerîlayên HPG’ê ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombebarankirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê ragihand: “ Di 26 – 27’ê Kanûnê de ji saet 23.30 heta 01.00 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Şêlazê û derdora wê ya bi ser herêma Metîna ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: “ Di 26’ê Kanûnê de di navbera saet 17.30-18.30 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Cîlo'ya Piçûk û Ertuş yê bi ser herêma Zapê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”