Balaefirên şer ên artêşa Tirk herêma Avaşîn a ser bi Herêmên Parastinê yên di bin kontrola gerîlayan de bombebaran kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir; “Di 11’ê Kanûnê de di navbera saet 18.30-19.30 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Tabura Ereba ya bi ser herêma Avaşîn ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”