Fermandariya Alaya Cendirmeyan a navçeya Elkê ya Şirnexê çiyayê Kato yê li raserê Elkê da ber topan.
Gerîlayên HPG’ê şevê din careke din li dijî avahiyên leşkerî û dewletê yên li navenda Elkê çalakî li dar xistin. Operasyona bi desteka balefirên şer û helîkopteran li çiyayê Katoyê Jîrka û Katoyê Marînosê dest pê kir berdewam dikin. Fermandariya Alaya Cendirmeyan a navçeya Elkê ya Şirnexê ji saet 12.00 ve çiyayê Kato yê li raserê Elkê dide ber topan.