Li dijî cerdevaniyê beşdarî refên gerîla bû
Baran Goyî ku zarokê malbateke cerdevan e, beşdarî refên azadiyê bû.
Baran Goyî ku zarokê malbateke cerdevan e, beşdarî refên azadiyê bû.
Baran Goyî ku zarokê malbateke cerdevan e, beşdarî refên azadiyê bû.
Li Bakurê Kurdistanê malbateke bi zorê cerdevaniyê dike. Ji ser cedervaniyê dixwazin Kurdan ji hev bikin û bi sayê vê jî girêdayî dewletê dikin. Ev jihevkirin jî rê li ber gelek pevçûnan vedike.
Baran Goyî ku ji malbateke cerdevan a Kurdistanê ye, pergala cerdevaniyê ya li ser Kurdan bandorek çawa dike û ji ber vê yekê Kurd çawa tên hemberî hev, ji ANF’ê re nirxand…
BIRAYEKÎ MIN CERDEVAN, Ê DIN LEŞKER E
Gerîlayê bi navê Baran Goyî ji Qilabanê ye. Birayekî wî leşkere yê din jî cerdevan e. Li aliyê din jî hinek xizmên wî jî cerdevan in. Goyî da zanîn ku wî ev şaşî dîtine û beşdarî PKK’ê bûye û got: “Dewletê malbata me li sê parçeyan veqetand. Birayekî min cerdevan, yek jî leşker e. Min jî tehemulî van şaşiyan nekir. Ji ber vê ez beşdarî refên azadiyê bûm.”
DIXWAZIN KURDAN BI HEV BIXÎNIN
Baran bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên dewletê û wiha berdewam kir: “Dewlet dizane ku, bi şer nekare gelê Kurd biqedîne. Ji ber vê ji ser pergala cerdevaniyê dixwaze gelê Kurd bi hev bixîne. Cerdevaniyê pêş dixîne û beşdarî operasyonên leşkerî dike. Bi saya vê dixwazin têkiliya di navbera gelê Kurd de qut bike.
DIVÊ DEWLET DESTÊ XWE BIKIŞÎNE
Goyî da xuyakirin ku gelê Kurd divê bi dewletê bawer neke û wiha pê de çû: “Tiştên li Roboskî hatin kirin divê neyên jibîrkirin. Li wir 34 canên me qetil kirin. Niha jî dixwazin di bin navê cerdevaniyê de bikin. Kurd divê êdî neyên hemberî hev. Ji ber vê destê xwe ji dewletê bikişîn. Divê cerdevan vê pergalê qebûl nekin. Ji ber vê divê çekan deynin û bi gerîlayan re li dijî dewletê têbikoşin.”